Komîsyona meclîsê ya ku liser derbe û mûxtirayan lêkolînê dike, serekê kevn yê sererkaniyê Yaşar Buyukanit guhdarî kir. Buyukanit di xeberdana xwe de îfade kir ku 27ê Nîsanê ne mûxtira bû û serekwezîr Erdoğan jî mîna muxtirayên lê nenêriye.
Serekê kevn yê sererkaniyê Yaşar Buyukanit, li qesra Dolmabaxçeya Stenbolê îfade da komîsyona meclîsê. Buyukanit, beyanata 27ê Nîsanê mîna muxtira qebûl nekir û got ku serekwezîr Tayyîb Erdoğan jî mîna muxtirayê lê nenêriye. Buyukanit di peyva xwe de diyar kir ku hevdîtina wî ya bi Erdoğan re ya li Dolmabaxçeyê, hevdîtina adetî buye.
Yaşar Buyukanit di dewama xeberdana xwe de îfade kir ku di hilbijartinên serekcimhûrtiyê yên 2007an de, tu mudaxele nehatiye kirin.
Wekî tê zanîn di dewra serektiya Yaşar Buyukanit de beyanata 27ê Nîsanê li ser malpera hêzên eskeriya Tirkiyê hatibû weşandin û E-Muxtira dihat zanîn. www.bangaheq.net