Cafer Gîzliyê xwendevanê pola 11emîn ê ku li navçeya Sîlîfkeya Mêrsînê ji teref PKKyiyan ve hatibû şehîdkirin bi tekbîran li gundê Qubîka navçeya Çinara Diyarbekirê li Şehîdîya Şehîdên Mayinê yên Qerecdaxê hat definkirin.
Di merasîma cenazê de ji teref bi hezaran kesî ve bê navbir sloganên mîna ‘ Qehr bibe PKK, Qehr bibin hevkarên xaîn, Ji bona zaliman bijî cehennem’ hatin avêtin.
Arîkarên Serokê Giştî yên HUDA PARê Mehmet Bahattîn Temel, Vedat Turgut û rêvebirên Diyarbekir û Edenê û her wiha Alimên heremê yên mîna Abdulkudus Yalçin , Mela Kerbala Şanli û gelek hezkirî û naskirîyên şehîd beşdarî merasîma cenazê bûn.
Piştî definkirinê, Mela Abdulkudus Yalçin di derbarê girîngîya şehadetê de axavtinek kir û diyar kir: “Şehîd namirin , ev fermanê Xweda ye. Kesên ku destê xwe dirêjî xwîna mislimanan dikin ew ê him li dinyayê û him jî li axretê rihetî ji wan re nemîne.”(ÎLKHA)