Camî bi zarokan şên bûn

Digel ku mekteb tatîl bûn qursên Qur’anê dest pê kirin, di roja ewil a qursên Qur’anê decamî û qurs bi zarokan hatin dagirtin û şên bûn.

Malbatên ku dixwastin zarokên wan di van her 3 mehên betlaneyê de hînî Qur’ana Kerîm bibin û dersên Îslamê bistînin zarokên xwe şandin camî û qursên Qur’anê. Li navenda Êlihê û li gund navçe û gundên we digel tatîlbûna mekteban zarok berê xwe dan qursên Qur’anê û camiyan. Li van derên ku zarok berê xwe dane hewil tê dayîn da ku ji zarokan re di derî de Qur’ana Kerîm û heyata Resûlullah bê hînkirin û dû re jî dersên Îslamî bê dayîn.

Evdilxanî Savê ku Melayê Mizgefta Enbiyayê ye di derbarê mijarê de diyar kir ew hewil didin ji bi sedan telebeyên camiyê re bi şikleke herî baş perwerdeya Îslamî bidin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Piştî ku mekteb bûn tatîl re çawa ku li temamê Tirkiyê qursên Qur’anê dest pê kirin bi heman awayî li Êlihê jî dest pê kirin. Îro gelek zarok  hatin mizgeftê. Me li camiyê dît ku zarok li camiyê pir bextewar in û ebeveynên zarokan dixwazin ku zarokên wan her tim werin mizgeftê.”

Sav di berdewama axavtina xwe de diyar kir her sal ji 300 zêdetir telebeyên wan tên camiyê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Îro roja ewil e û bi sedan qîz û law hatin mzigeftê. Em digel seydayên xwe hewil didin perwerdehiya elîfba û Qur’anê û her wiha perwerdehiyên Îslamî bidin zarokan  da ku dema mezin bûn bila bêperwerdehî nemînin.”

Sav di dawiya axavtina xwe de diyar kir bila zarokên din jî muheqqeq werin mizgeftê.(ÎLKHA)
































 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe