Camiyek 600 Salî Hat Dîtin

Li Diyarbekirê Fabrîkayek Hat Xerakirin, Camiyek Kevn Hat Dîtin

Li Dîyarbakirê di çarçoveya veguhastina bajêr de di bin fabrîqeke birincê de mizgeftek 600 salî derket holê.

Hat zanîn ku camiya dîrokî ji hêla veqfan ve, di sala 1930an de hatiye firotin. Mizgefta sala 1444an, li herêma ku 27 sehabê tê de hatin definkirin de ye. Mizgeft ji bo kesên dihatin serdana van tirban, hatiye çêkirin.

Ji bo ku mîzgeftê bînin rewşa xwe ya berê, ji hêla heyeta Abîde ve gerek dîsa were tescîl kirin.

Di çarçoveya projeya Veguhastina Bajêr ya ku ji alî Belediya Surê, Belediya Mezin ya Dîyarbakirê, TOKÎ û Walitiya Dîyarbakirê tê meşandin de, meskenên derûdorê merqedên 27 Sehabeyan tê paqij kirin. Heman li nêzî Mîzgefta Hz. Suleyman, mîzgeftek din derket holê. Mîzgeft di heyama Akkoyunluyê de hatiye çêkirin.

Mamostayê Zanîngeha Dîclê Prof. Dr. Kenan Haspolat ji bo ku, mizgeft mina eslê xwe bê restore kirin, seri li Walitiya Dîyarbekîrê da. Prof. Dr. Kenan Haspolat got “Bila gelê Dîyarbekîr xwedî li mizgeftên xwe xwedî derkevin. Mizgefta Hamza Bey di nav eserên Akkoyunluyê de cihek girîng digre.

Wekî tê zanîn dema ku CHPê dewlet îdare dikir, gelek mizgeft û mescît hatine firotin. Tê zanîn ku sala 1935an, di qanûna Veqfan de, bi guhertina hatiye kirin ve, bi sedan mizgeft hatin xira kirin. Li gor agahiyê di dest me de li Dîyarbakirê 35 mizgeft û mescît hatine xira kirin an jî hatine tasfîye kirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be