Çavê Rûsyayê Li Golanê Ye

Awûstûryayê ji ber rewşa Sûriyê ya ber bi xerabiyê ve diçe, qirar da ku eskerên xwe ji girêkên Golana navbera Sûriye û rejîma terorê vekişîne.

Awûstûryayê ji ber rewşa Sûriyê ya ber bi xerabiyê ve diçe, qirar da ku eskerên xwe ji girêkên Golana navbera Sûriye û rejîma terorê vekişîne. Rûsyayê xwest ku eskerên xwe bişîna dewsa eskerên Awûstûryayê. Teşkîlata dewletên yekbûyî diyar kir ku, ev daxwaza Rûsyayê nayê qebûlkirin.

Li gorî peymana ku 40 sal berê di navbera Sûriye û rejîma terorê siyonîst Îsraîlê de hatibû îmzekirin, dewletên ku mensûbên konseya ewlehiya dewletên yekbûyî yên daimî ne, nikarin eskerên xwe bişînin Golanê. Rûsyayê îfade kir ku ji ber bi dilê Sûriye û Îsraîlê ye, dixwaze esker bişînin girêkên Golanê. Niha qederê hezar eskerên hêza aştiyê ya dewletên yekbûyî li Golanê bicîkirî ne. Ji wan 380 heb eskerên Awûstûryayê ne.

Niha li derûdora girêkên Golanê, di navbera ordiya Esed û mixalîfan de şerên şedîd diqewimin. BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin