Çavuşoglu: Bila Almanya hedê xwe zanibe

Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu derheqê pêwendiyên Almanya yên bi Enqerê re de destnîşan kir “Bila Almanya hedê xwe zanibe.”

Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu ji bo bi wezîrên karên derve yên Romanya û Polonyayê re hevdîtinê bike çû Varşovayê. Wezîr Çavuşoglu di daxuyaniya ku li Varşovayê da de destnîşan kir divê Almanya di warê pêwendiyên xwe yên bi Tirkiyê re de populîst tevnegere.

“Divê Almanya hedê xwe zanibe”

Çavuşoglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir “Em dibînin Almanya bi daxuyaniyên ku dide hedê xwe derbas dike, bila zanibin hilbijartin derbasdar in û dostîtî mayînde ne. Bila haya xwe ji xwe bikin. Beriya hilbijartinan ji daxuyaniyên populîst re hewce tuneye. Divê Almanya hedê xwe zanibe.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin