Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Zarîf hatin bal hev

Wezîrê Karên Derve Mewlut Çavuşoglu li Stenbolê bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Zarîf re hevdîtin kir.

Wezîrê Karên Derve Mewlut Çavuşoglu li Stenbolê di Civîna Teşkîlata Hevkariya Îslamê de bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Zarîf re derheqê Mescîda Eqsa û mijarên mîna wê de gotûbêj kir.

Çavuşoglu derheqê hevdîtina ku hatiye kirin de  ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî parvekirinan kir. Çavuşoglu diyar kir ew di hevdîtinê de mijarên di rojevê de nirxandine. Li gor agahiyên ku ji teref çavkaniyên xeberan ên Îranê derbas bûne di hevdîtinê de li ser mijara ‘Girtina pêşiya wan cinayetên ku  ji teref siyonîstan ve di serî de li Qudsê û her wiha li temamê wan axên din ên ku hatine îşxalkirin” de gotûbêj hatiye kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Muhammed Cevad Zarîf jî di daxuyaniya ku li Balafirgeha Stenbolê da endamên çapemeniyê de destnîşan kir “Ji bo Alema Îslamê xetereya esil îşxalkerên siyonîst in û ev civîna awarte ya ku ji teref Teşkîlata Hevkariya Îslamê ve tê kirin di wextê wê de bi koordîne hatiye kirin.”

Zarîf di berdewama axavtina xwe de diyar kir sîyonîst di berdewama polîtîkayên xwe yên îşxalê de hewil didin wan axên ku îşxal kirine ji hêla nasnamê ve biguherînin û tevekî bikin cihû.

ÎLKHA








 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe