Çavuşoglu:Li Sûriyê ji bo aştiyeke mayînde em ê hevkariyên xwe bihêztir bikin

ENQERE - Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu digel Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cevad Zarîf daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevpar da.Çavuşoglu di daxuyaniya ku da de destnîşan kir, li Sûriyê ji bo aştiyeke mayînde em ê hevkariyên xwe bihêztir bikin.

Çavuşoglu axavtina xwe wisa domand: “Em ê mijara Sûriyê di nava hevkariyên nêztir de binirxînin.Em di warê parçenebûna Sûriyê de hemfikir in.Em hêj mêj ve girîngîya Îranê ya di warê çareserkirina qrîza li Sûriyê de tînin ziman.Em di navbera PKK-PJAK-PYDê de tu cudahiyê nabînin û em dizanin ku ew ji bo ewlehîya heremê û ya Îran û Tirkiyê tehdîd in. Li Sûriyê ji bo aştiyeke mayînde em ê hevkariyên xwe bihêztir bikin.”

Zarîf: Em ewlehîya Tirkiyê wek ewlehîya xwe dibînin

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cevad Zarîf jî di derbarê teşebûsa darbê ya ku di 15ê Tîrmehê pêk hat de wiha axivî: “Ez dixwazim xelkê Tirkiyê ji bo berxedana ku li dijî darbekeran nîşan dane tebrîk bikim.Xelkê Îranê û temsîlakarên Îranê li ba Tirkiyê ne.Nêrîneke hevpar a me her du dewletan di warê mucadeleya bi terorê heye. Em ewlehîya Tirkiyê wek ewlehîya xwe dibînin.Em ê tu carî ji xelkê Tirkiyê dûr nekevin.”(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye