Cebilxane Teqiya

Li Efyonê Cebilxana Eskeriyê Teqiya, 25 Esker Can Dan

Do bi şev li Efyonê li qişleke eskeriyê, di cebilxanê de teqîn qewimî. Li cebilxana ku bombên destî têdebûn, di tasnîfkirina muhîmmatê de teqîn çê bû. Li gor beyana eskeriyê hat gotin ku 2 astsûbay, 2 ûzman û 21 esker di teqînê de can dane, 4 esker jî ğeddar birîndar in.

Hat îfade kirin ku di dema tasnîfkirina bombên destî de, bombek diteqe. Pey re teqînên din çêbûn. Agir bi depo ket. Şewat mezin bû. Nêzî çend kîlometreyî belav bû. Malên nêzî qişleyê hatin valakirin. Bi teqînan, camên bînayên derûdor şikiyan. Wezîr Weysel Eroğlu diyar kir ku bi teqînan, hinek bombên neteqiyane, pengizînê hawêrdorê qişleyê. Ji ber vê yekê jî divê welatiyên li wir, baldar bin ji van bomban.

Li ser teqînan ekîbên pisporê îmhekirina bombe û îtfaiyê çûn devera hadîseyê. Hat îfade kirin ku nêzî wir cebilxaneke din jî heye.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be