Çekdarên DAIŞê dest bi girtina kurdên Mûsilê kirine

Li bajarê Mûsilê çekdarên rêxistina DAIŞê dest bi girtina wan kurdên ku ji bajêr nereviane, kirine.

Li bajarê Mûsilê çekdarên rêxistina DAIŞê dest bi girtina wan kurdên ku ji bajêr nereviane, kirine. Li gor agahiyan hinek ji wan welatiyên kurd hatine gulebarankirin.
 

Li gor çend jêderên agahdar ku ji nava bajarê Mûsilê ji Rûdawê re ragihandin, çekdarên DAIŞê dest bi girtina kurdên Mûsilê kirine ji ber ku di eniyên şerê li hember Hêzên Pêşmerge de şikest, çimkî vê dawiyê hêzên Pêşmerge bi alîkariya balafirên şer ên Amerîkayê derbên giran li wan dane.
 

Ji aliyekî dî ve, Serokê Ençûmena Parêzgeha Mûsilê Beşar Kîkî, ji rojnameya Şerq el-Ewset re operasyonên girtinê yên li dijî kurdan piştrast kir û eşkere kir ku çekdarên DAIŞê li nava bajarê Mûsilê çendîn xalên pişkinînê danîne û dest bi girtin û kuştina kurdên wir kirine. Çekdarên DAIŞê piştî ku dizanin kesek kurd e wî/wê digirin.
 

Serokê Encûmena Parêzgeha Mûsilê eşkere kir ku heta niha hejmarek mezin ji wan kurdên ku li nava bajarê Mûsilê mabûn, ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine girtin û nayê zanîn ka bi kuderê ve hatine birin.
 

Beşar Kîkî amaje bi wê yekê jî kir ku ew operasyona DAIŞê bo girtin û kuştina kurdên nava Mûsilê piştî wê yekê dest pê kir ku melayekî ereb-sunnî daxwaza tolhildanê ji kurdan kiribû.
 

Duh jî Berdevkê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Merîwan Neqişbendî ji Rûdawê re gotibû, çekdarên DAIŞê hejmarek ji endamên xwe yên kurd kuştine ji ber ku baweriya xwe bi wan nayînin.

Rûdaw

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar