Cemiyeta Mustezafan peyama Qendîla Beraatê weşand

NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Giştî yê Cemiyeta Mustezafan ji ber minasebeta Qendîla Beraatê peyameke weşand.

Di peyama ku hat weşandin de hat diyarkirin Qendîla Beraatê mîzgîndarê meha Remezanê ye û dû re wiha li peyamê hat zêdekirin: “Li gor rivayetan di vê şeva mibarek de Qur’ana Kerîm ji asîmana heftemîn bi ber asîmana dinyayê ve hatiye daxistin.Ji ber vê yekê pêwîst e ku mirov di vê şevê de gelek zêde îbadetan bên kirin, di nava rojê de jî rojî bê girtin.Lewra Xweda Teala di vê şevê de bi rehmeta xwe li asîmanên tecellî dike û dibêje ‘Ê ku tewbe bike tune ye ku ez tobeya wê/î qebûl bikim,  ê ku riziq dixwaze tune ye ku ez riziq bidime, ê ku şifayê dixwaze tune ye ku ez şifayê bidime?”

Di berdewama peyama ku hat weşandin de hat diyarkirin şeva Qendîla Beraatê şeveke mibarek û şeva efûkirinê ye û wiha dawî li peyamê hat anîn: “Bi vê wesîlê em ji Rebbê xwe niyaz dikin ku Qendîla Beraatê ji temamê alema Îslamê re bibe wesîleya xêran û her wiha bibe wesîle ku ummet ji bin zilmê xelas bibe.”(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mînîbûs li Tirê qelibî: 3 mirî
Weqfa Êtîman ji malbatên êtîman re alîkarîya êzingan kir
Li Stenbolê şofêr ket nav mîksera betonê û canê xwe ji dest da
Li Dîyarbekirê xwendekaran bi jehra xwarinê ketin
Heyama qeydkirinê ji bo kotayên hecê yên vala mane heta 18ê Kanûnê hatiye dirêjkirin