Cem'iyeta Mustez’efan Herba Qirêj û Êrîşên Li Mekteban Şermezar Kir

Hereketa Mustezefan a şûba Diyarbekir, bi beyanata nivîskî herba gemmar û êrîşên li mekteban şermezar kirin.

 Hereketa Mustezefan a şûba Diyarbekir, bi beyanata nivîskî herba gemmar û êrîşên li mekteban şermezar kirin. Hat îfade kirin ku di vê herba qirêj de her dû alî, serkeftina xwe bi hejmara kesên kuştine nîşan didin.

Cemiyeta Mustezefan a şaxa Diyarbekir, li ser êrîşa ku li Diyarbekir li mekteba Lîseya Şehîdlîkê hat kirin, beyanatek weşand. Di beyanatê de êrîşa li mektebê sert hate şermezarkirin.

Di beyanatê de wiha hat diyar kirin “Di vê herba qirêj ku bi salan li herêma me dewam kiriye de, xisarên gelek can û mal qewimîne. Di vê herbê de xisar û perîşaniyeta herî mezin, xelkê Kurdê mezlûm dîtine.

Bi teşwîk û destên qirêj, li herêmê li mekteban êrîş tên kirin. Molotof û fîşengên hewayî û bombên deng davêjin mekteban. Êrîşa dawîn li lîseya Şehîtlîka Diyarbekir hat kirin. Di hadîseyê de du mamoste û xwendekarek birîndar bûne. Felsefeya van êrîşên gemmar, heyata zarok û însanên bêsûc dixe bin talûke û zirarê. Hereketa Mustezefan van êrîşên li kesên bêsûc û sivîl bişîddet şermezar dike û ji birîndaran re ji Xweda şîfa dixwaze.”

www.bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin