Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî dema ku li ber Mînareya Çar Ling daxuyanîya çapemenîyê dida di navbera polês û PKKyîyan de pevçûn derket. Di pevçûna ku derket de Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bû hedefa guleyan û giran birîndar bû.
Tahîr Elçîyê ku giran birîndar bûbû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddînê Eyyûbî. Her çiqas ji bona Elçî baş bibe hewl hatibin dayîn jî Elçî jiyana xwe ji dest da.
Cenazeya Tahîr Elçî ji bona otopsîyê li morga nexweşxanê tê sekinandin.(ÎLKHA)