Cenazeyê operatorê ku di hilweşandinê de mabû, hat dîtin

Li navçeya Şahînbeya Entab cesedê operatorê ku di hilweşîna ku di dema rûxandina avahiya ku ji ber erdhejê zirar dîtibû de di bin kavilan de mabû hat rakirin.

Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Acilê (AFAD) der barê bûyerê de daxuyanî da û weha got:

“Entab/Şahînbey îro saet di 10.21an de li Taxa Binevlerê avahiyek di dema hilweşandina kontrolê de hilweşiya û hat hînbûn ku xebatkarê makîneya înşaetê di bin hilweşînê de ye.

AFAD, Midûriyeta Polîsan, îtfaiye û 112 ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di bûyera ku pêk hat de cenazeyê welatiyê me yê operatorê makîneya înşaetê hat dîtin.

Em rehma Xwedê ji welatiyên xwe re dixwazin û ji xizmên wan re sersaxiyê dixwazin." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno