Cenîn, şehîdên xwe birê kir

Filistînîyên ku di êrîşa îşxalkeran a ku li Cenînê kir de şehîd bûn, bi bernameya ku gelek mirov beşdarî bûn ji ebedîtîyê re hatin birêkirin.

Ji bo cenazeyên şehîdan li Cenînê merasîmeke mezin a ku bi beşdarbûna bi hezaran Filistînîyan hat tertîpkirin.

Xelkên ku beşdarî bernameya cenazeya şehîdan bûn, diyar kirin ku ew bi berxwedanê re ne, bal kişandin ku ew ê heyfa sûcên îşxalkeran bistînin.

Ji ber ku artêşa rejîma îşxalker 2 roj Cenînê dorpêç kiribû û nedihêşt ku tu kes bixebite cenazeyên şehîdan di mergan de mabûn.

Di êrîşa rejîma îşxalkeran a ku li Cenînê kir de 4 jê zarok 12 kesan şehîd ketin, 20 jê giran 120 kesan jî birîndar bûn.

Di êrîşan de leşkerekî îşxalkeran jî hatibû kuştin.

Rejîma îşxalker, piştî êrîşa 2 rojan daxuyandibû ku ew ji Cenînê vekişîyane. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno