CENTCOM: 229 kesên siwîl ‘bi şaşîtî’ kuştin!

Balafirên şer ên koalîsyona ku Amerîka ji wan re pêşîwantî dike 229 kesên siwîl ‘bi şaşîtî’ kuştiye!

Di rapora ku ji teref CENTCOMê ve hatiye weşandin de di derheqê 229 kesên siwîlên ku li Mûsil û Sûrî  ji teref balafirên koalîsyona ku Amerîka ji wan re pêşîwantî dike  hatin kuştin de hat diyarkirin ‘bişaşîtî  hatine kuştin.’

Fermandariya Navendî ya Amerîka di derheqê siwîlên ku ji teref balafirên wan ve hatine kuştin de raporek weşand. Di rapora ku ji teref CENTCOMa Fermandariya Navendî ya Amerîka ve  hatiye weşandin de hat diyarkirin ji sala 2014an vir ve heta 2017an balafirên şer ên koalîsyona ku Amerîka ji wan re pêşîwantî dike li Mûsil û Iraqê 229 kesên siwîl   ‘bişaşîtî  hatine kuştin!

Lê li gor çavkaniyên mehelî û li gor gelek saziyên ku êrîşên hewayî yên balafirên koalîsyonê dişopînin destnîşan dikin  di van êrîşên hewayî yên ku hatine kirin de zêdetirî  229 kesên siwîl hatine qetilkirin.

Li gor xebera malpera Aîrwarsa ku  bûyer û geşedaniyan ji nêz ve dişopîne heta niha di êrîşên hewayî yên balafirên koalîsyonê de nêzî 2 hezar û 831 kesên siwîl hhatine qetilkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin