Çepaxçûr bîata xwe dubara dike

ÇEWLÎG - Ji teref Koordînatoriya Çepaxçûrê ya Platforma Evîndarên Pêxember ve li bajêr bernameya Wîladeta Pîroz a bi mijara ‘Pêxemberê Wehdet û Biratiyê Hz. Muhammed’ tê tertîpkirin, bername bi coşeke mezin tê pîrozkirin.

Ji teref Koordînatoriya Bîngolê ya Platforma Evîndarên Pêxember ve li bajêr bernameya Wîladeta Pîroz a bi mijara ‘Pêxemberê Wehdet û Biratiyê Hz. Muhammed’ tê tertîpkirin, xelkê bajêr eleqeyeke mezin nîşanî bernamê da û bername bi coşeke mezin tê pîrozkirin.

Bername bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir. Piştî tîlaweta Qur’anê Koordînatorê Bîngolê yê Platforma Evîndarên Pêxember Cîhan Bozaba di derbarê girîngîya rojê de wiha axivî: “Hemd ji Xweda re ku em dîsa li meydan û qadan in. Ji bona Xwedê û ji bona Habîbullah û ji bona biratî û wehdetê em dîsa li meydanan in.Hûn tev bi xêr hatin, ser seran û çavan re hatin.”

Bozaba di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji her wextî  zêdetir ji wehdet û biratiyê re îxtiyac heye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em çima dibêjin biratî û wehdet ? Lewra em weke ummeta Muhammed  ji her wextî  zêdetir ji wehdet û biratiyê re muxtac in.Weke ku hûn jî dizanin em ji pêvajoyeke bi zehmet derbas dibin.Bawer bikin sedema esas a van bela û musîbetan jibîrkirina biratî û wehdetê ye.Heger îro  ew xelkê Sûriyê yê ezîz ketibe vî halî  sedema wê bi şikleke kamil nefêmkirina biratî û wehdetê ye. Heger îro  bebekên mîna Aylanê Kurdî di behran de dixeniqin sedema vê bi heqê wê di nava civakê de mefhuma biratiyê nehatiye fêmkirin e.Vaye, ji ber vê yekê em dibêjin biratî, biratî, biratî.”

Bername piştî axavtina Bozaba bi xwendina Mewlûda Şerîf berdewam kir.(ÎLKHA)



 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye