Ceryana Gundê Qerhêtayê 17 roj paşê hat dayîn

Di encama encambûna doza gundîyên gundê Qerhêtaya navçeya Çinara Dîyarbekirê ji ber qutkirina ceryana ew dabûn destpêkirin de doh ji nû ve ceryan hat dayîn.

Gundê Qerhêtayê navçeya Çinara Dîyarbekirê ku 120 xane hebûn ev bû 17 rojan e bê ceryan bû. Şîrketa Ceryana Dîcleyê di 9ê Tebaxê de ji ber deynê hinek gundîyan ceryana gund qut kiribû.

Mixtarê gund yê ku ev bû 17 roj e ceryana gund tineye û ji ber vê yekê gundî nikaribûn avdanê bikirana ji ber ku ji vê rewşê re çareserîyek nedît îstîfa kiribû, ji cîhê wî re jî alîkarê qeymeqamê wek qeyim hatibû wezîfedarkirin.

Gelek temsîlkarên sîyasî yên wek HUDA PARê ji bo ev rewşê navbeynkarîyê kiribûn.

Piştî ku mesele ji dadgehê re hatibû şîyandin dadgeh qerar da ku bira ji gund re ji nû ve ceryan bê dayîn.

Ekîbên Ceryana Dîcleyê yên ku qerar ji wan re hat teblîxkirin, dîregên ku rakiribûn cardin danîtin û ceryanê dan. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno