Cesedê zilamê îxtîyar ji teref kuçikan ve hat parçekirin

Cesedê F.D. yê 90 salî yê ku li navçeya Hezroya Dîyarbekirê ji bona ku keviran kom bike li derdorê mala xwe ket nav bîrê û canê xew ji dest da, bi parçekirî hat dîtin.

Bûyer, li gundê Dedaşa navçeya Hezroya Dîyarbekirê pêk hat.

Li gorî îddîayan F.D. yê 90 salî ê ku gundê Dedaşa Hezroyê dijîya, ji bona ku keviran kom bike li paş xanîya xwe digerîya. F.D. yê ku di vegera mala xwe de hevsengîya xwe winda kir, ket nav birê.

Kuçikên ku ji bêhna ceseda ku du roj e di nav bîrê de bû û bêhn dabû re hatibûn, parçe kirin.

Li ser belavbûna bêhna gemar ji herêmê re ekîbên cenderme û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Ekîbên ku gihaştin cîhê herêmê, cesedê zilamê îxtîyar a ku parçe bûbû dîtin.

Cesedê ku tê texmînkirin ji teref kuçikan ve hatîye parçekirin ji bona ku bê otopsîkirin ji Sazîya Tip a Edlî re hat şîyandin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mînîbûs li Tirê qelibî: 3 mirî
Weqfa Êtîman ji malbatên êtîman re alîkarîya êzingan kir
Li Stenbolê şofêr ket nav mîksera betonê û canê xwe ji dest da
Li Dîyarbekirê xwendekaran bi jehra xwarinê ketin
Heyama qeydkirinê ji bo kotayên hecê yên vala mane heta 18ê Kanûnê hatiye dirêjkirin