Cesedên 3 kesên ku ketibûn bîra avê hatin derxistin

Hat ragihandin cesedên 3 kesên ku 2 ji wan birayê hev bûn û ketibûn bîra vê hatin derxistin.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li Balverena Şirnexê 3 kesên ku berî niha di madena bêrûxset a ku berî niha xebatên wan hatibûn qedexekirin  û hatibû girtin de dixebitîn ji bo rajin amûrên xwe cardin çûn madenê, lê her 3 karker ketin bîra avê û jiyana xwe ji dest dan.

Hat diyarkirin ji kesên ku di bîra avê de jiyana xwe ji dest dane 2 kes bira ne. Navên wan jî wisa ne: Abdurrahman û Omer Tunç, Îdrîs Înal.

Piştî ku bi bûyerê hat hisîn re gelek ekîbên ambûlans, AFAD û cendirmeyan hatin sewqkirin cihê bûyerê. Di bîra ku kûrahîya wê 60 metroyê de xebetên lêgerînê hatin kirin û  bi hewildanên AFADa Wanê cesedên her 3 kesan ji bîra avê hatin derxistin.

Cesed bo otopsîyê hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin