Çeteyên Qaosê Hat Şermezarkirin

Pêr bişev çeteyên qaosê, li bînaya teşkîlata Huda Parê ya navçeya Ebexa Wanê, bi molotofan êrîş pêk anîbûn

Pêr bişev çeteyên qaosê, li bînaya teşkîlata Huda Parê ya navçeya Ebexa Wanê, bi molotofan êrîş pêk anîbûn. Êrîşa qirêj li ber bînaya teşkîlata navçeyê, bi beyanata medyayî hat şermezarkirin.

   Hat dîyarkirin ku di êrîşa qirêjde, bînaya Huda Parê hatibû şewitandin, bîna yekser bêkêr bûbû.

   Êrîşa gemmar bi beyanata medyayî hat şermezarkirin. Berî beyanata medyayî bê xwendin, namzetê Huda Parê yê ji bo şaredarîya bajarê mezin yê Wanê Mehmet Mehdî Oğûz, li ber teşkîlatê xîtabî xelkê civîyabûn kir û weha got: “Huda par ji bo Kurdîstanê umîdê nû hêşîn dikin, tewecuha xelkê kurd distîne, ji lew marûzî êrîşên çeteyên gemar û qirêj dibin.”

    Beyanat, ji teref namzetê Huda Parê yê şaredarîya navçeya Payîzava Levent Dalgin ve hat xwendin.

   Di beyanatêde ji hêzên ewlehîyê hat xwestin ku faîlên êrîşa han bên girtin.

   Di êrîşa çeteyên PKK-BDPê de, agir bi bînaya teşkîlata huda parê ketibû. Midaxela ‘ewil esnafên derûdorê kiribûn. Hat îddîakirin ku tîmên agirkujê yê belediyê dereng hatine devera hadîseyê

                                  BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar