CHP dixwaze encaman bide îptalkirin û kaosê derxîne

Serokê Giştî yê Cemiyeta Mafên Însanan Mehmet Karadag îtîraza ku ji teref CHPê ve ji bo îptalkirina referandûmê li YSKê hatiye kirin nirxandû di derbarê mijarê de destnîşan kir CHP dixwaze encaman bide îptalkirin û kaosê derxîne.

Karadag di berdewama axavtina xwe de diyar kir pêwîst e hemû kes li hember encamên referandûmê  birêzdar bin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ CHP ji bo îptalkirina referandûmê serî li YSKyê da. Dibê ku di derheqê hilbijartinê de îtîraz, nîqaş û lihevnekirin hebin. Lê qet ne hewcê ye ku di vî warî de ji ser tiştên piçûk nîqaş bên derxistin û di nava civakê de bêaramî bê derxistin. Em van tiştan wek nîqaşeke sunî dinirxînin. Ger di vî warî de lihevnekirin hebin cihê ku dê vê yekê çareser bike YSK ya. Di vî warî de ne kesên siyasî û ne jî welatî nikarin bibêjin ‘ev yek eseh e.’

 “Cihê vê yekê di qada navneteweyî de bi şikleke eşkere hatiye dîtin”

Karadag di berdewama axavtina xwe de diyar kir bi wê têgihiştina ku CHPê wê temsîl dike  re qebûlnekirina encaman heye û dû re cihê qada navneteweyî ya îtîraza CHPê ya ku li YSKyê hatiye kirin nirxand û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di van salên dawî de li dijî Tirkiyê nexasim li dijî şexsê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan kampanyayek hatiye destpêkirin. Cihê vê yekê di qada navneteweyî de bi şikleke eşkere tê xuyakirin. CHP desteka raya giştî ya navneteweyî dide pey xwe û dixwaze hilbijartinan bide îptalkirin Bi vê yekê jî dixwaze kaosê derxîne. Di vê xalê de daxuyaniyên AGÎT û gelek çepemenî û saziyên li Ewrûpayê di vê çarçovê de ne. CHP desteka vanan distîne û hereket dike, lê belê qet nafikire ew ê rewş bigihije kû derê .Dikare serîlêdan bê kirin, encax li dijî hiqûqê hereket kirin ne li feydeya tu kesî ye."

ÎLKHA



İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe