“Çi hatibe serê me ji ‘Pêvajoya Çareseriyê’ hate serê me”

Xelkê ku ji ber pevçûnên ku pêk tên mexdûr bûye diyar kir dewlet di pêvajoya çareseriyê ya 3 salane de bi depokirina çekan a PKKê ya li bajêran re eleqedar nebûye û avêtiye pişta guhên xwe.

Xelkê ku ji ber pevçûnan koç dikin û mexdûr bûne derd û kulên xwe hêj tînin ziman.Xelkê Diyarbekirî yên ku ji ber pevçûnan mecbûr mane warên xwe terk bikin him ji dewletê re him jî ji PKKê re bertek û reaksiyon nîşan dan û diyar kirin ji ber pevçûnan ên ku herî zêde zirarê dibîne ew bi xwe ne û ew ji ber van geşedaniyan teleb kirin ku bûyer demildest bi dawî bibin.

Kesê bi navê Î.G. yê ku digel malbata xwe ya 6 kesîtî mecbûr maye ji Taxa Alîpaşaya Sûrê koç bike di derbarê bûyer û  pevçûnên ku pêk tên de diyar kir dewlet di pêvajoya çareseriyê ya 3 salane de bi depokirina çekan a PKKê ya li bajêran re eleqedar nebûye û vê yekê  avêtiye pişta guhên xwe. Î.G. her wiha ragihand PKK bi vê siyaseta xwe ya  çalan nikare bigihîje tu derî.

“Li her derî  çalan dikolin û mayinan bi cî dikin”

Î.G. di berdewama axavtina xwe de diyar kir kesên çekdar li her kolan û sikakê çalan dikolin û mayinan bi cî dikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku min dikir herim karê xwe min li sikakê dît ku kesên xerîb bi keleş, roket  û çekan digerin.Jêra mala me xendekan dikolan.Ez çûm cem wan û min ji wan re got ku wê ji nîştecihên taxê ji bona kolanê destûr xwest? Lê belê qet li min guhdar nekirin. Vêcar jî min bi Kurdî ji wan re got.Wan jî ji min re wiha gotin “em ji bona we li vê derê ne ,hevalên me li Hasirliyê hatine dorpêçkirin.Ji bona ku em dorpêça li wê derê bişkînin em ê li vê derê çalakiyan bikin. Piştî van tiştan ez çûm ba cîranên xwe û min ji wan re got ku ev der dibe mîna Hasirliyê û min ji wan xwest ku bertek nîşan bidin.Lê tu kes ji tirsan tu tişt ji wan re negot.

“Çi hatibe serê me ji ‘Pêvajoya Çareseriyê’ hate serê me”

Î.G. di dawiya axavtina xwe de diyar kir PKK ji bona xelkê navçê koç neke gef li wan dixwe û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Dema ku çal dihatin kolan çima dewlet mudaxeleyî wan nekir? Ev hemû tişt di dema pêvajoya çareseriyê ya 3 salane de pêk hatin. Çi hatibe serê me ji ber pêvajoya çareseriyê hat.Wek hemwelatî tiştên ku pêk dihatin me didît.Depokirina çekan me dît.Dewlet wê demê dengê xwe dernexist.Êdî hîkmeta wê çibû? Qet mudaxeleyî wan nehat kirin. Tiştê bû li xelkê Kurd bû.”

Kesê bi navê M.K. yê ku ji ber pevçûnan ji Taxa Lalabeya Sûrê koç kiribû û li Semta Şehîtlîkê bi cî bûbû jî derd û kulên xwe anî ziman.M.K. diyar kir  ji ber pevçûn û qedexeyan ew perîşan û şerpeze bûne.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye