“Çi qas kareke baş hebe, ev ji van re dibêjin naxêr”

Serokwezîr Bînalî Yildirim di derbarê gotinên CHPê de rexneyan kir û destnîşan kir ‘CHP êdî bûye mekineya derewan. Ev kes naxêrker in, çi qas kareke baş hebe, ev ji van re dibêjin naxêr. Lê dê milletê me, bersiva pêwîst bide wan.”

Serokwezîr Bînalî Yildirim li Elezîzê bi nûnerên STKyan û bi partiyiyan re hat bal hev. Yildirim di hevdîtinê de diyar kir ku Kemal Kiliçdaroglu beriya hilbijartinên Yekê Mijdarê soza guhartina makeqanûnê daye, lê niha ji bîr kiriye.

“Çi qas kareke baş hebe ev ji van re dibêjin naxêr”

Yildirim di berdewama axavtina xwe de diyar kir CHP bûye mekîneya derewan û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Her roj derewek, ev bûne mekîneya derewan. Wellah ger Teyoyê Pehlêwan ê Erzeromî bi van bibîhîze dê li wan bide.  Çi dibêjin ‘ Ew ê desthilatiya zilamekî çêbibe, di şevekê de dê temamê memûran bi memûrên hevpeyman’ û gelek gotinên mîna van. Birayên min! Em ne mecbûr in bersivê bidin derewên wan. Di derewên xwe de dixeniqin. CHP êdî bûye mekineya derewan. Ev kes naxêrker in, çi qas kareke baş hebe ev ji van re dibêjin naxêr. Lê dê milletê me bersiva pêwîst bide wan.”(ÎLKHA)






 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe