Cîhaza Casûstiyê a Îsraîl

Li Lubnanê Cîhazeke Casûstiyê Hat Dîtin

Li gor agahiyên xeberên Lubnanê, hêzên Hîzbullah cîhaza casûstiyê ferq kirine, lê pey hatiye ferq kirin, cîhaz ji alî Îsraîl ve hatiye îmha kirin.

Rayedarekî ewlehiyê li Lubnanê ji Ajansa xeberan a Îrnayê re wiha peyivî “Cîhaza casûstiyê ya ku ji alî Îsraîl ve hatiye îmha kirin, li herêma Hîllet-ul Weraq, dora du kîlometre nêzî biryargeha Unîfil a hêzên parastina aşîtiyê a Milletên Yekbûyî bûye.”

Cihaz ji alî hêzên Hîzbûllah ve hatiye dîtin û cihaz dişibihe cîhazên berî niha yên li Lubnanê hatine dîtin. Hêzên Hîzbûllah dema cîhazê dîtine, xwestine bibin, li ser lêkolîn bikin, tedbîrên xwe bistînin, lê cîhaz di heman demî de, tê guman kirin ku ji alî teyareke Îsraîl a casûstiyê ve, hatiye teqandin.

Rayedarê ewlehiyê dîsa go: “Cihaz ji sê beşî hatiye çêkirin, di beşa ‘ewil de ji bo guhdarîkirinê parçeyek heye, di beşa duduya de ji bo denga qeyd bike û bi qasî pênc sala îdare bike bataryayekî heye û di beşa sisêya de jî ji bo îstîxbarata hatiye kom kirin bê şandin parçeyekî heye.

Piştî cîhaz hat îmha kirin, Hîzbûllah beyanatekê weşand û diyar kir ku cihaz ji bo şebeka telefonên Hîzbûllah bê taqîb kirin hatiye danîn. (Muhammed Sebatî/Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be