Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Alî Erbaş li Mûşê bi wezîfedarên dîn re di civînekê de hat bal hev. Erbaş di di civînê de diyar kir cihê nijadperestî û mezhebperestîyê di dînê me tuneye.
Erbaş di berdewama axavtina xwe ya ku li civînê kir de diyar kir cihê nijadperestî û mezhebperestîyê di dînê me tuneye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Çawa ku ji mêj ve tê xwestin bi heman awayî îro jî hinek kes bi têgihiştinên nîjadperestî, mezhebperestî dixwazin me berdin hev û di vî warî planan dikin. Ev plan ne nû ye, ango ev ji 100 salî zêdetir e ku heye. Em ê li dijî van planan bisekinin û em ê tawîzê nedin. Cihê nijadperestî û mezhebperestîyê di dînê me tuneye. Pêxemberê Hz. Muhammed di hedîseke xwe de dibêje ‘Serdestîya kesê Ereb li hember kesê ne Ereb û serdestîya kesê ne Ereb li hember kesê Ereb tuneye. Serdestî encax di teqwayê de ye.”
ÎLKHA