Kişandina berhemên dîrokî yên ku dê li Heskîfê di bin Bendavan Ilusuyê de bimînin dest pê dike. Cihê Turbeya 650 salî yê Zeynel Beg a li Heskîfa Êlihê ye û ew ê ji ber Bendava Ilisuyê di bin avê de bimîne dê sibebi pergaleke taybet bê guhartin û ew ê li Qada Parka Çandî ya Nû bê danîn. Li gor agahiyan ku hatine wergirtin kişandin dê sibe di wextên şeveqê de bê kirin.
Berhema ku tê xwestin bê kişandin berhema ewil a ku dê cara ewil li Heskîfê bê kişandine. Hat diyarkirin mesrefa kişandina turbê nêzî 16 milyon TL ye û ew ê Wezîrê Karên Avê û Daristanê Veysel Eroglu jî beşdarî merasîma kişandinê bibe. Ew ê piştî vê kişandinê gelek berhemên dîrokî yên din jî bên kişandin.
Kurtedîroka Turbê
Turbeya Zeynel Beg ji teref Akkoyuniyên ku di navbera salên 1462-1482an de li Heskîfê desthilatdarbû ve hatiye çêkirin. Zeynel Beg lawê Uzun Hasanê hikûmdarê Akkoyuniyan e û di şerê Otlukbeliya ku di navbera Osmanî û Akkoyuniyan derket de jiyana xwe ji dest da.(ÎLKHA)