“Cil û bergên yektîp li dijî rûmeta însên e”

Baroyên herêmê ji ber ku ew ê hukumxwar û girtîyên ku di bergeha Qanûna Mucadeleya Terorê de hatin girtin ew ê bi cil û bergên yektîp bên derxistin mehkemê daxuyanîyek dan û diyar kirin ev yek li dijî rûmeta însên e.

Di daxuyanîya ku  derheqê mijarê hat belavkirin de hat ragihandin sepan li dijî hiqûqê ye û dû re wiha hat ragihandin: “ Hêj kesên ku darizandinên wan dewam dikin û derheqê wan de hukmeke eseh nehatîye dayîn hene ku ger li van kesan cil û bergên yektîp bidne xwekirin ew ê li dijî karîneya masûmîyetê be.  Lewra di maddeya 38/4an de tê gotin ‘heta ku derheqê kesekî ku bi şiklekek eseh hukm neyê dayîn ku kes sûcdar e ew kes sûcdar nayê qebûlkirin.’Ev verastkirina ku hat kirin dê bibe sedema zirardîtina şîara Dewleta Hiqûqê. Divê demildest dawî li wê rejîma OHALê ya ku ev 17 meh e berdewam dike bê anîn.”(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin