Ûbeydûllah Dûrnayê alîkarê serekê komela Mustezef-Dera Geverê, di 5ê Gulana 2011an de ji aliyê alîgirên PKK/BDPê yên çekdar ve, li ser baniya komelê hatibû qetilkirin. Çekdarên PKK/BDPê, ji 50 metrê dûrî polîsan êrîş kiribûn. Polîsan tenê temaşe kiribûn. Tu mudaxela hadîseyê nekiribûn.
Ji wê rojê heta niha du sal bi ser şehadeta Ûbeydûllah ket. Lê emniyet hê xwe li bêdengiyê, kerr û koriyê datîne. Li ser dosyeya cînayetê, qasî misqalekê jî pêşveçûn pêk nehatiye.
Maliyên Şehîd Ûbeydûllah, dixwazin failên cînayeta ku li ber çavê polîsan hatiye kirin bên girtin. Diya şehîd xaltîka Hafsatê wiha got “Tek daxwaza me, dîtin û girtina qatilên kurê me ye.”
Xanima şehîd Ûbeydûllah Ayşe Dûrna jî îfade kir ku, du sal bi ser şehadeta Ûbeydûllah ketiye, lê hê failên cînayetê ne hatine girtin. Em dixwazin qatil bên girtin û bên cezakirin.
Bavê Şehîd Ûbeydûllah xalê Behçet Dûrna jî beyan kir ku, heta niha negirtina qatilên kurê wan, wan xemgîn dike. Xalê Behçet Dûrna wiha got “Kesên ku dixwazin qatilan veşêrin, ji bo dîtin û girtina wan tu karî nakin, ez wan hewaleyê Xwedayê Teala dikim.”
Apê şehîd mamê Mehmed Dûrna jî piştî şehadeta birazyê xwe, serpêhatiyên xwe diyar kirin. BANGAHEQ