Cînayetên JÎTEMê

Li Mêrdînê di sala 2008an de, li gundê Ebûqeterê kolandin pêk hatibûn. Di kolanan de hinek hestî hatibûn dîtin.

Cînayetên JÎTEMê

Li Mêrdînê di sala 2008an de, li gundê Ebûqeterê kolandin pêk hatibûn. Di kolanan de hinek hestî hatibûn dîtin. Saziya tibba edlî bi rapora xwe beyan kir ku, hestî ‘aydiyên Şemsettin Yalçinkaya û birayê wî Nejat Yalçinkayayê ne. Saziyê rapora xwe şand sewcîtiyê.

Şemsettin û Nejat Yalçinakayayê du bira, di 1995an de di belediya Qoserê de memûrê zabitayê bûn. Di wê dewrê de ji teref kesên nenas ve hatibûn revandin û careke din ji wan tu salix nehatibû stendin.

Sewcitiya Qoserê li ser cînayetên ku failên wan meçhûl dixebitî. Ji lew li gundê Ebûqetera ku di wê dewrê de merkeza JITEMê bû, kolandin hatin kirin. Di kolanan de hinek hestî hatin dîtin. Wan şandin saziya tibba edlî ya Stenbolê. Saziya tibbê, nimûneyên xwîna malbatên mexdûr û hestiyan dan ber hev. Di lêkolînê de eşkere bû ku, hestî aydiyê Şemsettin Yalçinkaya û Nejat Yalçinkayayê birayê hev in ku 18 sal e winda bûn.

Gumanbarê serek yê lêpirsîna cînayetên failên wan meçhul, Albay Hasan Atîlla Uğur e ku, di navbera 1991 û 1996an de li Kiziltepeyê qomandariya cenderma navçeyê kiribû. BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin