Civîna G-8ê Bi Dawî Bu

Civîna G-8ê bi dawî bû. Heşt welat û serekên Awrûpayê yên ku beşdarî civînê bûn, di civînên ku du roj dewam kirin de, di derbarê ekonomiya global û bûyerên li Sûrîye gelek civînan li darxistin.

Civîna G-8ê bi dawî bû.

Heşt welat û serekên Awrûpayê yên ku beşdarî civînê bûn, di civînên ku du roj dewam kirin de, di derbarê ekonomiya global û bûyerên li Sûrîye gelek civînan li darxistin.  

Di hevdîtinan de deklarasyoneke 96 Maddeyî hat weşandin.

Heşt welatên ku endustriya xwe bi pêşxistine di derbarê Sûrîyê de lihevnekirin.

Serekê Rûsya Pûtîn, digel rexneyên heft dewletên din yên ku beşdarê civînê bûne jî, di mijara Sûriyê de rewşa xwe neguherand.

Rûsya, pêşî li wê yekê girt ku di derbarê pêşeroja Esed de tu tiştek di beyannama encamê de bê gotin.

Bi vî awayî ji civînê banga wezîfe berdanê li hember Esed derneket. Di şûna vê de girîngiya Konferansa Cenevreyê hat bilêvkirin.

Di hêla dî de serekên G-8ê ji îdara Esed û Muxalifan xwest ku cema’etên bi El Qa’îde ve girêdayîne ji Sûrîyeyê paqij bikin.

Li gor ku tê zanîn “Cephetun Nusra” hêza herî mezin a muxalifaye ku li hember Esed cîhadê dike. BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Grûba xozan ke kewte merkezê ca bîyê vêniyaye
Îşkenceya li girtîgehên sîyonîstan eşkere kir
Dikandaran derxistin kolanan
5 hezar û 400 şitlê esrarê hatin bidestxistin
Alîkarê fermandarê cendermeyan û jina wî hatin girtin