Civîna Hereketa Mustez’efan

Civîna Hereketa Mustez’efanHereketa Mustez’efan Cîvîna Xwe a Şêwrê a Duyemîn Lidarxist

Hereketa Mustez’efan, li Amedê bi beşdariya ‘alim, rêzan, temsîlkar û mezinên ‘eşîran civîna xwe a şêwrê a duduyan lidarxist. Di xeberdanên di civînê de hatin kirin, bersiva pirsa: Çima bi hereketa Mustez’efan îhtiyac heye? Hat gerîn.

Civîna şêwrê se’et deh û nîvê sibê de destpê kir. Di civînê de Nivîskar Bahattîn Temel, Parêzer Huseyîn Yilmaz, Parêzer Zekeriya Yapicioğlu û Mela Enwer Kiliçarslan xeberdan kirin û hereketê dan naskirin. 

Nivîskar Bahaddîn Temel go: “ Em Musulman li tevî dinyayê eziyet li me tê kirin. Ji paşeroja me heya îro xwîn û xweydana gelek şêx û‘alim û şehîdan heye. Di destê me de mîraseke wisa girîng heye. Li mîraseke wisa mezin hûn xwedî derketin.”

Parêzer "Divê bê cuda dîtina Tirk, ‘Ereb û Kurdan em ji herkesî re xizmet bikin. Emê li hember zihniyeta ku civakê dike yek tîp mucadele bikin. Em tu dem nebûn terefdarê şer û pevçûnê. Ji bo mesleheta we em neketin navê. Me wan şîkayetê we kir û emê tu dem nebin terefdarê şer û pevçûnê. Emê bibin hêza ku şer û pevçûnê bi dawî dike û îxtîlafan çareser dike.

Parêzer Yapicioğlû jî go: “Li gor baweriya me qanûna bingehî a jiyanê ne cîdale, biratî û alîkarî ye. Bira zulm li birayê xwe nake. Di de’wa xwe de wî bi tenê nahêle.

Parêzer Yapicioğlû, pey re di derbarê naveroka bernamê de hinek me’lûmat da yên beşdarî bernamê bûne.

Pey xeberdanan beşa duyemîn a bernamê destpê kir. Di vê beşê de yên beşdarî kongreyê bûne firk û ramanên xwe parve kirin û cewaba pirsên wan hat dayîn.

Rayedarên Hereketa Mustez’efan beyan kirin ku dê li gor fikr û ramanên ji şêwran derketine hereketê tesîs bikin û di rojên pêşî de dê civîn û kongreyên bi vî awayê bidomin. (Muhammed Sebatî/Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be