Civîna Li Tehranê

Grûba Welatên Serbixwe Civîna 16an Li Îranê Pêk Tîne

Xeberan diyar kir ku grûba welatên serbixwe, civîna xwe ya 16an li paytextê Îranê pêk tîne. Grûb ji 120 welatan pêk tê. Grûb di 1961ê de hatiye avakirin. Serektiya dewrî ji Misrê kete destê Îranê. 50 welat di derenca serekdewlet 70 welat jî di derenca wezîran de beşdarî zîrweyê dibin. Sibê û du sib, civîna wezîrên karên derve pêk tê. Di 30 û 31ê Tebaxê de jî zîrweya serekdewletan pêk tê.

Îran dixwaze zîrwe ji bo aşîtiya rewşa Sûriye re bibe wesîlekek. Tê îfade kirin ku wê di zîrweyê de mijara devberdana sîlehên nukleerê jî bê niqaş kirin. Wezîrê karên derve yê Îranê Elî Ekber Salihî, xeber da ku embargo û polîtîkaya Emrîka ya der barê hiştina Îranê bitenêbûnê de, pere nekiriye. Salihî li hember boykota welatên rojava, ji grûbê destek xwest. Salihî wiha got “Tek welatê ku peymana rêgirtina liber belavbûna sîlehên nukleerê îmze nekiriye, Îsraîl e. Bila heta 2025an hemî dinya ji sîlehên nukleerê bên paqij kirin.”

Hat îfade kirin ku wê Muhammed Mûrsî li bajarê Bûşehrê, santrala nukleerê ziyaret bike û serekwezîrê Filîstînê Îsmaîl Heniye jî tevlî zîrweyê bibe. Lê belê Mehmût Ebbas diyar kir ku ÎsmaÎl Heniye tevlî zîrweyê bibe, wê ew bi xwe tevlî nebe. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be