Civîna Muşawereyê a Hereketa Mustez’efan

Hereketa Mustezefan Ligel Alimên Herêmê Civîna Şêwrê Kir

Hereketa Mustezefan li Batmanê, ligel alimên herêmê, civîna şêwrê pêk anî. Di civînê de, fikra aliman hat stendin, li ser şol û terza hereketê hat xeberdan.

Civîna ku moderatora wê, Îsa Aydin dikir, ji devê Mela Ebdûlsamed Yalçin ve, bi xwendina Quranê dest pê kir.

Di civîna şêwrê de, parêzer Huseyîn Yilmaz, serekê komela Hur-Der a şûba Batmanê, parêzer Zekeriyya Yapicioğlû, Nivîskar Bahaddîn Xoca, Seydayê Mela Enwer, der heqê mîsyon û rêbaz û dînamîkên hereketê de axivîn.

Peyva destpêkê Bahaddîn Xoca kir û wiha got “Hereketa Mustezefan ne nû ye. Ev dewama hereketa nebewî ye. Em dixwazin bi vê hereketê bidin nîşandan ku temsîlkarên vê milletê musluman, ne laîk û zîhniyeta bêdîn in.”

Berdevkê hereketê Huseyîn Yilmaz jî wiha got “Emê bi hereketê, ji xeta Îslamê tawîz nedin, di zemîneke legal de mucadele bidin. Em dixwazin bi siyaseta di çarçova Îslamê de, hemî ‘alemê bi dengê herêmê bidin hesandin.” Parêzer Zekeriyya jî wiha got “Kesê axreta xwe heder dikin, neketine nav hereketê û di hereketê de cîh ji kesên wiha re tune ye. Emê siyasetê, bikin xîzmetkarê Îslamê.” Seydayê Mela Enwer jî da zanîn ku ‘alimên ‘esrî, dibêjin “Divê ummeta Îslamê, ji siyasetê ne dûr be.”

Piştî xeberdana, di rûniştina dudan de, fikr û ramanên beşdaran hat stendin û pirsên wan hatin cewab kirin. Hat diyar kirin ku wê civîna girsetir, di 15ê Temûzê de, li Diyarbekir bê li dar xistin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be