Civîna Mustezefan

Hereketa Mustezefan Li Rihayê Civîna Şêwrê Li Dar Xist

Hereketa Mustezefan civînên xwe yên şêwrê li gelek deveran li dar dixe. Li Rihayê jî, civîna xwe pêk anî, bi dilxwaz û xizmetkarên hereketê re şêwirî.

Di despêkê de Mela Beşîr Şîmşek, der heqê siyaseta Îslamî de xeber da. Dûre jî endamê hereketê Ebdurrehman Cens, der heqê hewcetiya siyaset û hereketê de peyivî. Guhdaran agahdar kir. Ji qisseta hezretî Yûsûf mîsal dan. Ji heyata Hezretî Muhammed ‘eleyhîsselam nimûne gotin. Li ser siyaseta ku Ustad xwestiye peyivî.

Di axaftinê de hat îfade kirin ku wê hereketa Mustezefan, di siyaseta xwe de, ji edalet û heqqaniyetê tawîz nede. Wê li gor destûrên Îslamê û feyda millet tevbigere.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin