Civîna Mutercîman

Civîna MutercîmanMutercîmên Rîsala Nûrê Li Stenbolê Civiyan

Îro Rîsala Nûra Bedîuzzeman Seîd Nûrsî, bi gelek zimana hatiye wergerindan. Gelek millet bi zimanê xwe, dikarên heqîqetê Quran û Rîsalê bixwînin û jê îstîfade bikin.
Li Stenbolê ji Emrîka, rojhilata dûr, Rûsya, Efrîka û ji gelek welatan 50 mutercîmên rîsala nûrê, di konferansê de civiyan. Wê konferans 5 rojan dewam bike. Wê mutercîm li ser rîsalê fikrên xwe pêş bikin.

Hat îfade kirin ku konferans ji teref Weqfa îlm û perweredehiyê ya Rûmelî, Anadolû û Balqan ve tê li dar xistin. Konferans di seha xwe de ya ewil e. Mutercîm İhsan Kasim Salihî, Prof. Dr. Yunus Elî Çengel, Prof. Dr. Ahmet Akgunduz, Prof. Dr. Faris Kaya gelek akademîsyen beşdarî konferansê bûn.

Konferans bi xwendina Quranê dest pê kir û bi belgefîlmek ya der barê nasandina Bedîuzzeman de, dewam kir. Alîkarê serekê Weqfê Nûrettin Kiray da zanîn ku Rîsale xezîna îlmê ye. Amanca wan, ew e ku Rîsale bêtir bê naskirin, bê xwendin. Piştî 5 rojan, wê beşdar 2 rojan jî li Barla û İspartayê bigerin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be