Civîna Muxalîfan

Muxalîfên Sûriye Li Misrê Civiyan, Ji Bo Ordiya Azad A Sûriye Destek Derket

200 kes ji nêzî 30 grûbên muxalîfên Sûriye, li Misrê civiyan. Wezîrê karên derve yê Tirkiye jî tevlî civînê bû. Piştî sê rojan civîn qediya. Civîn bi alîkariya yekîtiya ‘Ereb hat li dar xistin. Welatên rojava jî destekê didin vê civînê.

Di civînê de muxalîf, carna bi hundikan ketin ber hev. Lê dîsa jî muxalîf hemfikir bûn ku destekê bidin ordiya azad ya Sûriye. Ordiya azad a Sûriye jî, mudaxela ecnebiya dixwaze.

Li aliyê din muxalîfên Kurd, ji civînê vekişiyan. Ji Konseya mîllî a Kurdan Ebdulezîz Osman wiha got “Kurd ji civînê vekişiyan. Lewra konferans, maddeya derbarê naskirina milletê Kurd de qebûl nekir. Ji ber ku mîlliyeta Kurdan di nav maddeyên civînê de nehatiye qebûl kirin, muxalîfên Kurd vekişiyane.”

Berdevkê Encumena Kurdên Sûriye Ebdulhekîm Beşar, diyar kir ku civîna li paytexta Misrê, negihaye amancê. Muxalîfên din jî, muxalîfên Kurdan bi kirina şovê tenkîd kir. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin