Civîna Partiyên Herêmê

Bi Serokatiya Barzanî, Partiyên Kurd Li Ber Malikî Civiyan

Li gor xeberan hat diyar kirin ku li herêma Kurdistanê li bajarê Selahaddîn, partiyên herêmê, bi serokatiya Mesûd Barzanî civiyan. Di dawiya civînê de, li hember Malikî qirara yekîtiyê derket.

Hereketa Goran tevlî civînê nebû. Temsîlkarên partiyan îfade kirin ku wê heqê Kurdan biparêzin. Beşdaran li hember Malikî, mesaja yekîtî û pevreyî diyar kirin. Partiyên Îslamî, komonîst, demokrat tev beşdarî civînê bûn. Di civînê de, li ser van her çar qiraran li hev kirin.
1)Bi awayî yekîtî parastina heqên Kurdan bê kirin.
2)Qirîzên siyasî bi sîleh û zorbatiyê çareser nabin
3)Sedaqeta ji qanûna esasî û ji peymanan re hewce ye.
4) Zexmkirina biratiya milletên li İraqê dijîn ava bibe.

Wekî tê zanîn berî niha di navbera yekîneyên eskeriya Beğdayê û pêşmergan de niqaş derketibû.

Li aliyê din li Beğdayê, li ber bînaya mucadela bi terorê re, du wesaîtên bombekirî teqiyan. Di teqînê de 21 kes hatin kuştin, zêdetirî 30 kes jî birîndar bûn. Hat gotin ku wesaîteke din jî berî teqînê hatiye ferq kirin û dûre jî hatiye îmha kirin. Dîsa hat îfade kirin ku piştî teqînan, grûbeke çekdar xwestiye têkeve bînayê.

(Ferman Çiyayî/Bangaheq)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be