Yekemîn civîna rasterast di navbra şanda opozîsyonê û şanda rejîma Sûriyê li Cenêvê bi navbeynkariya Nûnerê Navdewletî û Erebî yê taybet bi Sûriyê Exzer Îbrahîmî ku îro destpêkir, bi dawî hat.
Ajansa AFP li ser zarê berdevka Neteweyên Yekbûyî veguhestiye ku her du şandên Sûriyê niha ligel Îbrahîmî li Cenêvê di civînê de ne.
Civîna tenê nîv saetê domand û biryar e piştî nîvro civîna di navbera şanda opozîsyon û rejîma Sûriyê berdewam bibe. Di civînê de bi tenê Îbrahîmî axifî.
Ajansa SANA ya fermî ya Sûriyê jî belav kiriye ku di civînê de Îbrahîmî behsa xalên hevbeş ên di navbera her du aliyên krîza Sûriyê de kir.
Televizyona Skynews derbarê civînê de aşkere kir ku di civîna îro de Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê û serokê şanda opozîsyonê Ehmed Cerba û herwiha Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Mualim ku serokê şanda rejîmê ye, beşdar nebûn.
Rojnameya el-Şerq el-Ewset îro li ser zarê çavkaniyeke opozîsyonê veguhestibû ku Cerba bi tenê serokatiya şanda opozîsyonê di civîna Monteux de kir û ew serokatiya şanda danûstandinan a opozîsyonê nake.
Berî destpêkirina civîna îro ya navbera rejîm û opozîsyona Sûriyê, Wezîrê Ragihandina Sûriyê ku yek ji endamên şanda danûstandinan a rejîmê ye li Cenêvê Umran Zuhbî got ku ew daxwaza opozîsyonê ya derbarê avakirina hikûmeteke intîqalî Ii Sûriyê qebûl nakin.
Lê belê opozîsyona Sûriyê jî gotibû ku ew tevlî danûstandinan nabe eger rejîma Sûriyê bendên daxuyaniya Cenêv1 ku yek ji wan daxwaza avakirina hikûmeta intîqalî dike, qebûl neke.
Duh, Nûnerê Navdewletî û Erebî yê taybet bi Sûriyê Exzer Îbrahîm piştî bi awayekî cuda ligel şanda opozîsyon û rejîmê civiya, ragihand ku her du alî li ser bendên Cenêv1 razî ne.