Civîna Şêwrê

Hereketa Mustezefan Ji Bo Civîna Şêwerê Li Wanê Bû

Hereketa Mustezefan, pêkanîna civînên xwe yên şêwrê didomîne. Hereket li Wanê civînek li dar xist. Civîna şêwrê li ofîsa komela Îkra Eğîtîm-Derê pêk hat. Gelek kes beşdarî civînê bûn. Parêzer  Mehdî Oğûz, der barê fealiyetên hereketê de agahî dan, heta niha gavên ku hatine avêtin hatin xeberdan. Îfade kir ku îmkanên partiyeke siyasî, ji yên komelê bêtir in û  îhtîmal kir ku di nêz de wê partiyek siyasî avabikin.

Di civînê de Mela Enwer jî wiha peyivî “Ji bo ku milletê musluman karibin xwe îfade bikin û xebatên Îslamî bipêşve bixin, divê partiyekê avabikin. Di coğrafya ku em tê de dijîn, sebebê ku gelek kemasiyên me hene, em nikarin xwe îfade bikin û ji teref rejîmê ve bi tiştekî nayên hesibandin, tunebûna partiyeke siyasiye.”

Piştî xeberdanan pirs hatin cewabkirin û civîn bi dawî bû. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin