Platforma seferberiya tessetturê TESSEP, civîna xwe ya şêwrê li Batmanê li merkeza Platforma heq û azadiyan a şûba Batmanê li dar xist. Di şêwrê de qirarên hatin dayîn, bi medyayê re hatin parvekirin. TES-ÇAĞ, MÎNHAP, ÎNHAP û platforma heq û azadiyan jî destek dan qirarên TESSEPê.
Beyanat saet di 5ê êvarê de, ji teref serekê platformê Salih Demîr ve hat xwendin. Salih Demîr di beyana xwe de îfade kir hêvî dikin ku, di aleyhê tesetturê de careke din mesele û zehmetiyan par yên li Bûrsa û İntabê qewimîbûn, neyên kirin. Li welatekî ku nifûsa wî ji sedî 99 musluman be, ji dêlava ku dersên Quran û siyerê mecbûrî be, van her dû ders bijarte bin, nebextî ye. Welî hê jî der heqê xisûsiyet û muracaetên van dersan de, qenc ne haydar in.
Hat îfade kirin ku divê dev ji perwerdehiya têkel ya ku qîz û xort bi hev re dibînin, bê berdan. Ev şeklê perwerdehiyê faciayek e ku li pêşiya tahsîl û terbiyê berbestek mezin e. Divê tesettur li her derê serbest be û ev serbestiyet bi qanûnê têkeve bin temînatê.
Di dawiya beyanatê de hat îfade kirin ku civîneke dîtir wê di 9ê Kanûnê de li Rihayê bê li dar xistin.