Hereketa Mustezefan piştî civîna Batmanê, niha jî li Diyarbekir civînek mezin a şêwrê pêk tîne. Civîn wê di 15ê Tîrmehê de, li salona Kaplanê bê li dar xistin. Hereket ji bo vê civîna mezin, alim, maqûl, temsîlkarên saziyên sivîl, meznê eşîr û tevgeran dawet dike. Bi vê amancê dawetnameyan belav dike.
Wekî tê zanîn Hereketa Mustezefan di 27ê Gulanê de li meydana Îstasyonê, mîtînga wefaya ehdê li dar xistibû. pey re li Batmanê civîna şêwrê pêk anî bû. Di wan rojên dawîn de jî, berdevkên hereketê, li bajar û navçeyan, serdana komel û saziyên sivîl kiribûn, derbarê program û siyaseta hereketê de axivîbûn. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)