Kesên namdarên cîhanê tevlî civînên Bîlderbergê dibin û di van civînan de çi tê gotin mîna sir veşartî dimînin. Îsal civînên Bîlderbergê yên 61ê li Londonê tên rastkirin. Ji polîtîkvan, karmend, îdarevan û qezetevan yên ku xwedî qirar in, ji 1954an vir ve tevlî van civînan dibin. Van civînên Bîlderbergê, nîv veşartî ne û tê îddîa kirin ku, ji aliyê CIAya Emrîkayê ve hatiye sazkirin.
Îsal 140 kes tevlî civînan dibin. Ji Tirkiyê jî, wekîlê serekwezîr Alî Babacan, nivîskara qezeta Milliyetê Asli Aydintaşbaş, serekê grûba perakendeya Sabanciyê Halûk Dînçer, akademîsyen Solî Ozel, serekê Holdînga Koçê Mistefa Koç, parlementera CHPê Şafak Pavey tevlî civînan dibin.
Polîsê Îngîlîstanê li Watforda ku wê civîn lê bên rastkirin, gelek tedbîrên ewlehiyê digire. Tê texmînkirin ku, wê dijberên sermaya serzemînê, orgutên jîngehê û hinek grûbên çepgîr, van civînan protesto bikin. BANGAHEQ