N.Dyê lîseyî yê ku wî wek gelek ciwanan xapandibûn û wî ji bo ku li navçeya Cizîra Şernexê şer bike tevlê sefê PKKê kiribûn serpêhatiyên xwe yên li Cizîrê ji Ajansa Nûçeyan a Îlkê re anî ziman. Her wiha N.D, diyar kir Parlementerê HDPê Faysal Sariyildiz jî ji bo ku şer bikin ciwanan dicivand û wan dibir ciyê şerê.
Ji ber pevçûnên ku di van mehên dawî de diqewimin û her wiha mexdûriyet, tûndî û bûyeran jî bi xwe re tîne holê her roj serpihatiyên însanên cûr bi cûr di raya giştî de ciyê xwe digire. Ji ber pevçûn û qedexeya derketina derve li herêmê travmayên civakî, derûnî û aborî çêdibe. Ji vê girîngtir ew e ku gelek ciwanên nazik û nazenîn wek amûr tên bikaranîn.
Ji van gencan kesekî yê bi navê N.D, û her wiha ji navçeya Lîceya Diyarbekirê wî birine Cizîra Şernexê û hedîseyên ku Cizîrê bi çavên xwe dîtiye ji Ajansa Nûçeyan a Îlkê re axavtin kir.
N.D, diyar kir beriya ku neçûbû serê çiyê nimêj dikir û Qur’an dixwend û dema ku di dibistanê de jî bû xwendevanekî gelek jêhatî bû. Dûvre N.D, wiha axivî: “Ez ji nişka ve derketim serê çiyê. Ew bayê ku ciwan jê bandordar dibin min jî xwe bi wê bayê berda.”
N.D, diyar kir piştî ku wê birin Cizîrê di demekê kurt de poşman bûye. N.D, pêvajoya xwe yê midaxil bûna nav PKKê wiha destnîşan kir: “Di serî de min ji welatê min birin Lîcê. Li wir nêzê 25-30 kesaan hebûn. Bi min re 2yê wê qîz bi tevahî me 7 kesan birin Lîcê. Çend rojekê em li wir man. Dûvre ji me re gotin dê em we bibin çiyê. Dûvre me bi wesayîtekê birin Cizîrê dera ku xendek hene. Me gelek caran di nabeyna berîqet û xendekan de nobet digirtin. Em rojê 3-4 saet radizana. Derfetên me gelek xirab bûn. Me nedikariya ku em serê xwe bişûn. Jiyana li wir pir bi zehmet bû. Di serî de me hemiyan dixwest ku em biçin wir. Dûvre dema ku me derfetên wir dît em poşman bûn.”
“Sariyildiz, hewcedariyên me temîn dikir”
N.D, diyar kir ku Parlementerê HDPê Faysal Sariyildiz ji taxên din ciwan dicivand û her wiha xurek û xwarinan jî Sariyildiz temîn dikir. N.D, dûvre axavtina xwe wiha domand: “Sariyildiz, mifteha AVMê dabû çend kesên diyar. Me hewcedariyên xwe yên wek xurek ji wir temîn dikirin. Cixareyan jî ez nizanim fermandarên me ji kû derê temîn dikirin.”
N.D, diyar kir ku di destê wan de çekên gelek welatan hebû. N.D, di derbarê tunelên ku di raya giştî de cî girtibû de wiha axivî: “Tunel hebên. Lê bes kesên berpirsyar van tunelan dizanîna. Kesên wek min nedizanîna. Em hertim di ciyên xeter de disekinîna. Kesên berpirsyar jî wan tunelan dizanîna û hertim diçûn derên ewledar. Dera ku em li wir bûn qet ewledar nebû û me li wir hertim nobet digirtin.”
Li ber malên gel bi zorî bombe dihat bicî kirin
N.D, diyar kir gel nedixwest ku çal bên vedan. Lê di gel vê yekê li ber malên wan bombe dihatin bicîkirin. Dûvre N.D, wiha li axavtina xwe zêde kir: “Gel nedixwest ku li ber malên wan çal bên vedan. Lê PKKyiyan li ber malên wan bombe bicî dikirin. Gel digot heke ev bombe bê teqandin dê malên me zirarê bibînin, malên me talan bibin. Tu der tune ku em herin wir. PKKyiyan digotin dê malên we tu zirarê nebine. Dema ku malên we zirarê dîtin werin cem me.”
“Digotin me herin li malên ku gel tê de tune bimînin”
N.D, diyar kir mala teziyê ya ku di Taxa Cudî de ye him wek nexweşxane him jî wek qerergeh dihat bikaranîn. Her wiha N.D, destnîşan kir ku ew di malên ku gel vala dikir de bicî dibûn. N.D, wiha pêde çû: Me dişandin ciyê nobetê. Li wir ji me re digotin têkevin nav malên vala. Ji we re çi lazim e ji xwe re ragihêjin. Em li wir diketin nav malan. Hinek hevalên me eşyayên ku bihayên wan zêde bûn ji xwe re radigihiştin. Lê bi gelemperî di malan de eşyayên biha tunebû. Lewra gel malê xwe yên biha bi xwe re dibirin.”
Tu tişt nedihat rexnekirin
N.D, diyar kir ku ew li Cizîrê wek hêsîr bûne û nedikarîna tu tîştî rexne bikin. Her wiha N.D, destnîşan kir kesên ku çûne Cizîrê li wir poşman bûne. Ji ber vê yekê hinek kes ji wir revîne. Dûvre N.D, axavtina xwe wiha domand: “Kesên ku direvîna hebûn. Bi taybet kesên ku berpirsyar bûn û emir didan me direviyana. Ciwanên din jî tu tişt nedizanîna. Wan jî dizanîna ku ew hatine xapandin. Gelek kes dîtin ku ev rê, ne rêya xelasiyê ye ji wir revîyan.”
N.D, diyar kir dema ku çû cem PKKê dev ji nimêjê berdaye û bi şiklekî neyînî jî ji vê yekê bandordar bûye. N.D, wiha pêde çû: “Dema ku demekê dirêj wext pê de çû min dît ku min dev ji nimêj û Qur’anê berdaye û min rûpelekê nû ji xwe re vekiriye. Niha ez li vê rûpelê dinerim ku tu tiştekê di vê rûpelê de tune. Ne hurmet, ne rûmet, ne hezkirin. Derûniya merov xerab dibe. Merov di derekê wiha de zêde zehmet dikêşe.”
N.D, diyar kir ku li wir tu kes li tu kesî ewle nabe. N.D, wiha axavtina xwe domand: “Dema ku ew bi hev re diaxivin ji hev re gelek baş in. Lê piştî hev ji hev re gelek bêhurmetî dikin.”
“Em wê xekê ku em dibêjin dê em we azad bikin dikujin”
N.D, belav kir ku PKKê dibêje gel dê hun werin azad kirin. Lê tiştên ku em dibînin gel tê kuştin. N.D, wiha pêde çû: “Ji me re hertim dibêjin ‘Gelo hun dixwazin azad bibin?’ Dibêjin an dê azad bijîn an jî dê em azad bijîn. Me jî digot erê. Dûvre em diçin Surê û em li ber malên gel bombe bicî dikin û dûvre wan bombeyan diteqînin. Ya malên wê gelê dibe kavil an jî ew bixwe dimirin. Em gel diparêzin. Lê em wan jî dikujin. Ev yek şaşomaşo ye.”
N.D, bal kişand ku çapemeniya PKKê gel dixapîne. Divê ku jê vê yekê tu kes bawer neke. Dûvre herî dawî N.D, wiha axivî: “Ez şîretê li ciwanan dikim ku bila ji çapemeniya PKKê û xwepêşanên wan bawer nekin. Bila ji propexndeyên PKKê bawer nekin. Tiştên li serê çiyê û tiştên ciyê şerê jihev gelek cuda ne.” (ÎLKHA)