Ciwanên Amedê ji bo Yapicıoglu meşiyan

Ciwanên Amedê, ji bo namzetên serbixwe Zekerîya Yapicioglu li Amedê meşiyan.

Xortên Amedê  ji bo destekê bidin Namzetê parlementerê  serbixwe ya Amedê Zekeriya Yapicioglu li Amedê bi slogan û dirûşma meşekek li dar xistin.

Bi sedan xortên Amedê li taxa Huzûrevleri ya girêdayê navçeya Kayapinarê li hev civiyan û bi meşekek girseyî çûn buroya Zekeriya Yapicioglu ya ku li taxa Yenî Yolêyê.

Ciwanan di meşa ku li dar xistin de dirûşmên, ‘Amed bi we şanaz e’, ‘Bi destura Xwedê Zekeriya ber bi meclîsê’, ‘Ji bo Edeletê û dadiyê Yapicioglu’ hat avêtin.

Xortên Amedê paşê digel awaz û sirûdan li dora buroya hilbijartinê govend gerand in. Li vir Serokê navçeya Kayapinarê yê HUDA PARê Mehmet Demîr axaftinek kir û bibîr xist,  ji sedema bendava hilbijartinê wek partiye wê tevlî hilbijartinên 7ê Hezîranê nebin.

Serokê navçeya Kayapinarê yê HUDA PARê  Demîr wiha ragihand: “Di vê hilbijartinê de em ê piştgiriyê bidin serokê xwe yê kevn. Em dibêjin em ji Yapicioglu re kefîl in. Dema ku namzetên hur biçin meclise dê mixalefeta îslamî bikin. Ji ber vê yekê divê namzetên hur yên ku siyaseta îslamî û însanî dimeşînin teqez li meclise be. “

Piştî axaftinê ciwan bi bê denge belav bûn. (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar