Ciwanên Azad a Diyarbekirê: Ji ber êrîşa hovane ya li Edeneyê em bernameyên xwe yên festîvala havînê betal dikin

Di daxuyaniya Ciwanên Azad a Dîyarbekirê de, hat diyarkirin ku hemû bernameyên festîvala havînê yên ku ji bo îro hatibûn plankirin, hatin betalkirin.

Di nivîsa li ser hesabê medyaya civakî ya Ciwanên Azad a Diyarbekirê de di derbarê mijarê de ev daxuyanî hatin dayîn:

“Ji ber êrîşa hovane ya li ser partiya me ya li Edeneyê, em hemû bernameyên xwe yên festîvala havînê ya ku dê sibê (Yekşem) bên lidarxistin, betal dikin.

Înna lîllahî we înna îleyhî racîûn

Em êrîşa hovane ya li hemberî Serokê me yê Edeneyê Salîh Demîr û sekreterê Bajarê Sacît Pişkin şermezar dikin. Em ji Xweda rehma xwe li birayê me Sacît ê ku di encama êrîşê de şehîd bû dixwazin. Em ji bo serokê me Salih ê ku bi giranî birîndar bûye re şifayê dixwazin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno