Clînton Hat Tirkiyê

Clînton Hat TirkiyêWezîra Emrîka Ji Bo Rewşa Sûriye Digere

Îran, ji bo çareseriya rewşa Sûriye, civînek şêwrê li dar xistibû. Emrîka jî, li ber vê hewlê, xwe tevda. Wezîra karên derve ya Emrîka Hîllary Clînton, ji bo hinek têkiliyan hat Stenbol. Wekî tê zanîn, Emrîka li pey hisab û planên piştî ketina rejîma Esed e.

Clînton û Davutoğlû hatin cem hev û dûre jî civîna medyayî li dar xistin. Davutoğlu wiha diyar kir “Divê gavên biqerar ku wê trajediya însaniyetê ya li Sûriyê biqedîne bên avêtin. Hadîseyên Helebê, endîşê dide me teva. Li Helebê li avahî û millet, bi êrîşên hewayî qetlîamek mezin tê rast kirin. Bi Clînton re me van gavana xeber dan. Em hemfikir in ku li Sûriye, ev dewra guherbar bilez temam bibe û di vê dewrê de, tu valahiya hêzî neqewime. Di çarçova tevdêrên bên girtin de yên li hember orgutên terorê di serî PKK ku dixwazin ji valahiya hêzî îstîfade bikin, nêrîna me yek e.”

Wezîra Emrîka Hîllary Clinton jî wiha got “Îro me notên xwe di navbera aliyên Emrîka û Tirkiye de parve kir û me ğeyret kir ku rewşek operasyonel xuya bikin. Bi vi awayî hevkariya xwe baştir û zêdetir bikin. Bi her kesê ku dixwaze şîddetê bisekinîne, em dixwazin hevkariyê bikin. Ji derve jî emê zorê bidin daku şîddeta li Sûriye bê sekinandin. Do li Waşîntonê, qirar hat dayîn ku têkiliyên Îran-Hîzbûllah-Sûriye bê birîn, bi vî awayî ketina rejîma Esed zûtir be.” (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be