Coşa Mewlûda Pêxember

Coşa bernameyên mewlûda pêxemberê me, li welat û Ewrûpa didome. Li Qoserê li Boğaziya mezin, bi tevlîbûna ehlê derûdor, bi coşek mezin bernama mewlûdê hate lidarxistin.

Coşa bernameyên mewlûda pêxemberê me, li welat û Ewrûpa didome. Li Qoserê li Boğaziya mezin, bi tevlîbûna ehlê derûdor, bi coşek mezin bernama mewlûdê hate lidarxistin. Bername bi xwendina Quranê dest pê kir. Dûre Ebîdîn Er, xeberdana destpêkê kir û silav li milletê civiyayî kir.

Pey re nivîskar û lêkolîner Mela Mahmûd Kilinç, di xeberdana xwe ya bi Kurmancî de, li ser siyer û heyata pêxemberê me sekinî. Da zanîn ku bi wîladeta wî ya pîroz, millet û însaniyet ji cehalet û tarîtiyê xelas bûye. Evîndarên pêxember jî şiband Ensar. Koma Ensar û Koma Botan û qîzên biçûk, bi îlahî  û helbestên xwe millet mest û coş kirin. Bername bi xwendina duayê bi dawî bû.

Her wiha li bajarê Welsa Awûstûryayê, bi tevlîbûna hezaran bernama mewlûda pêxemberê me hate lidarxistin. Bername bi xwendina Quranê dest pê kir. Mela Yahya Yilmaz li ser hezkirina Resûlê Xwedê xeber da. Îfade kir ku, di van bernameyan de mesaj û şîretên hz Mûhammed (‘e.s) tê gotin, divê em wan şîretan ji bîr nekin û muslîm û ğeyrî muslîm ji her kesî re bêjin. Xweşî û hizûra heyatê encax bi doza Resûlûllah e.

Mewlûda Tirkî û Kurdî hat xwendin û dûre îlahî û helbest hatin hunirandin. Heta dawiya mewlûdê coş û şahî kêm nebû. Bername bi xwendina dûayê bi dawî bû.

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar