Cotkarê Sêrtî yê ku panela tavê di nav erdê de xwe danî erdên xwe ji hişkesalîyê muhafeze kir

Corkarê Sêrtî yê bi navê Nureddîn Polat ji bo karibe erdê xwe bi hêsanî bi av bide di nav erdên xwe de panelên tavê danî.

Cotkarê ku panelên tavê di nav erdê xwe de danî dibêje ku ew ji mesrefa ceyranê ya ku ji bo wî salane kulfeteke zêde bû xelas bûye.

Polat derbarê mijarê de ji Ajansa Nûçeyan a Îlkeyê re daxuyanî da û got: “Mesrefa vê panelê 180 hezar tl ye. Ev panel heqê di nava 2 salan de derdixe. Ez bi saxîya ceyrana ku ev panel çêdike 80 donum genim, 16 donim lavanta û 430 donim fistiq av didim. Xulase feydeya vê panelê ji bo me gelek e.”

Polat di dawîya axavtina xwe de bang li rayedarên hikûmetê kir da ku berî kêlîkê Projeya  Qanala Avdanê ya Garzanê temam bikin da ku li herêmê bi avê çandinî karibe bê kirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e