Dadgeha bilind doza Yasîn Boru kire yek

DİYARBEKİR - Dadgaha bilind dozên di derbarê Yasîn Boru û bûyerên 6-7ê cotmehê de hatibûn vekirin kire yek.

Her weke ku tê zanîn di doza qetilkirina Yasîn Boru û hevalên wî de 17 jê girtî tevde 34 bersûc dihatin darizandin, her wiha 6 kesên di bin 18 salî de jî di dozeke din de dihatin darizandin ku dadgeha bilind van her du dozan kire yek.

Doza ku di derheqê 6 kesên ku di bin 18 salî de bûn de li Diyarbekirê hatibû vekirin neqlî Mehkemeya Cezaya Giran a Zarokan a Enqerê hatibûn kirin.Piştî vê neqla ku hat kirin ji teref mehkemê ve hat ragihandin ev doz bi doza ku tê de 17 jê girtî tevde 34 bersûc tên darizandin bibe.Ango her du doz jî bibin yek.

Her weke ku ew ê bê bîran di bûyerên 6-7ê cotmehê de  Yasîn  Boru, Hasan Gokgoz, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneşê ku ji bona feqîran goştê qurbanan belav dikirin ji teref PKK/HDPyiyan ve bi şikleke wehşîyane hatibûn qetilkirin.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mala îxtîyaran de bi kêrê êrîş: 2 mirî, 1 birîndar
Li Diyarbekirê 173 kîlo esrar hat bidestxistin
Li xwepêşandanên Xezzêyê di zanîngehên Amerîkayê de heya niha herî kêm 2 hezar kes hatin binçavkirin
Di jenosîda li Xezzeyê de 34 hezar û 622 kes şehîd bûn
Li Rihayê piştî limêja înê ji bo Saklananê şehîdê Qudsê daxuyanî hat xwendin